Qadir Kaban

Omrî Şîrîn

By: Qadir Kaban
Dialect: Sorani
107
Becarê malî wêranim beser çû we’deyî jînim
Be nakamî le dinyada be ba çû ’umrî şîrînim

Refîqan tuxwa yek yek le dewrim komelê bigirin
Be yadî ken zemanî zû jyanî salî pêşînim
Be xakî gorekem swênditan edem ey hemnişînanim
Legel tabûtekem sef sef be mehzûnî bitanbînim
Becarê malî wêranim beser çû we’deyî jînim
Be nakamî le dinyada be ba çû ’umrî şîrînim

Wesîyet bê le seywana biçin teslîm be xakim ken
Be tawî zulfî leyla bê dirûnî kifnî rengînim
Lenaw qebra demim pirken le xakî rêgekey yarim
Newek asman bisûtênê henasey cergî xwênînim
Becarê malî wêranim beser çû we’deyî jînim
Be nakamî le dinyada be ba çû ’umrî şîrînim
Honrawe: exol