
Hey lawên lawên lawên kîjî rûsûr û xawên
Cûtey çawit le rawên peyta peyta tîr dehawên
Cûtey çawit le rawên bes bo dilî min tîr dehawên
Lawên kîjoley pake le nêw cwananda take
Serdemê dostî çak bû êstake rûm tê naka
Le xyaban tûşim debê pêm delê çonî kake
Nazanê şêtî wî buwe kake mawey salêke
Nazanê ’aşiqî wî buwe kake mawey salêke
Lawên beynella cwanî xemrewênê derdanî
Xozge bo tenya carêk şewêk lêy bî mîwanî
Ya êwarêk mîwan bê kiçe kurdî soranî
Eto mest ewîş saqî bot tê ka be nîhanî
Belam mezey to çi bê her maçêk le lêwanî
Belam mezey to çi bê maçêkîş le lêwanî
Le danîşgay ’îşqîda fêr bûme ’îşq çone
’îşqê ke ’îşqî pak bê ter nabê wekû sone
Dû dildar yekyan bwê qet melên ’îşqî kone
’areqî ber gerdinî çende xoşe ew bone
Le sed mîtrî bonî dê delêy bonî wîtkilone
Gewrkayetî qurban herçî tayfey xone
Lawên to kiçe kurdî zor cwan û gerdin zerdî
Ewrokem her le bîre hatî bê silaw rabirdî
Mecbûr bûm hatme maltan ew su’alem lê kirdî
To caran yarî min bûy pêm bilê kê way lê kirdî
Eger ecel nemkujê wêney qadrî mamendî
Swêndim xwarduwe detrifênim kabanê dewlemendî
Ger be patrol cêt nebê detrifênim be semendî
Lawên debem û derom swêndim be xudawendî
Çun mesletêm bo deka ca mam xidrî paşberdî
Dek malê babim bedrî deroy le wêney kotrî
Lawên dêwaney tome maşella çen bê sebrî
Baxî ewsalit kale heta kengêy radgirî
Lawên delê natwanî min le amêzê bigrî
Lawên debem û derom yekser deçme dêbukirî
Bo xastigarî binêrim mam xidir û biraymî qadrî
Dawdawêt bequrban bê heta serçawê sawan
Çi xetayêk rûy dawe wa torawî bêtawan
Beynella xoşim dewê naskê nazdarê bawan
Swêsnyayetî qurban tewaw ca milkî wawan
Nexedet leser gêrim heta postî dû’awan
Lawên debem û derom deybeme hewr û sawan
Delêm mesletê dekem boxoy delê beçawan
Ka biraym kutî meslet dekem wella ber herdik çawan
Êstake gelêk başî to wa nebûy ewayl
Koç û koçbarit lênê biro wepêçe wesa’îl
Ew cum’ey bo geştilêdan biçîne baxî mika’îl
Be telefon rêgay nîye ba boy bikirim mobayl
Min bûme felestîn û ewîş buwete îsra’îl
Min nexoşî ser cêm û ewîş buwete îzra’îl
Rebî bequrbanit bin xalîd û xidir û simayl
Balay nerim û nyanit ’eynen lokey kanyawe
Herçî be xyalda dê le toda bedî kirawe
Newsinî û tamezroyî waqêkî tê ramawe
Wekû em beytey deçê mam hejar boy danawe
Delêy manî neqaşe kuru nexşî kêşawe
Aloz û perêşane pirçî le milan halawe
Nerme xunawkey baran leser sîngî wêsawe
Delêy befrî kwêstane taze hetaw lêydawe
Çeqrûzey helz û mendê mat le penay wêstawe
Pawane le cihêlan kes destî lê nedawe
Korî dostan bexêr bên çî teşrîfyan hênawe
Hemûyan bexêr dênim bexêr bên ser ew çawe
Kak mamey şaristênî nenalê ta rûhî mawe
Qet kem û kesrî nebê boy delêm bew dû çawe
Layengirî hunere tarîx nîşanî dawe
Xom be bextewer zanî çun mamostay hênawe
Serwerme biraymî qadrî tarîx nîşanî dawe
Yadêk le hawrêkanî ewey ke êsta mawe
Eweyke şehîdîş bûn gelêk berzin ew nawe
Nêwî wane win nabê le tarîxda nûsrawe
Silaw le gulbeharê destûryan leser dawe
Kiçî kake suleymanîye kwêr bim babî nemawe
Ek ew çome wîşk bê suleyman lewê xinkawe
Feqet yadî suleymanî denêrim ew silawe
Qadrî resûlî bijî nenalê ta rûhî mawe
Ewşo lecyat lêkêkî ca dû lêkî danawe
Korî musîqay xoman çun nasrawin bew nawe
Çun xelkî ew mentîqem nêwekem awa nawe
Korî musîqay çya wa nasrawim bew nawe
Belê ca zimzîranim çende xoşe ew nawe
Pencet xoş bê pîranî bo wêloney lêt dawe
Orgî xale fermanî ewşo fişarî hênawe
Baxlemey mame zîkoy bo delêy natewawe
Emnîş delêm bexêr bên çî teşrîfyan hênawe
Lêre kotayî dênîn dewlet zyad û malawa