
Naheqî megirin eger dil agirî tê ber buwe
Kê dezanê ew diley min salha çî çeştuwe
’umrî lawîm têperî xoşîm nedî rojê le jîn
Çerxî çepgerd bo minî kurd meylî her wa kem buwe
Min le şarî xom xerîb û hest be namoyî dekem
Saleha ejnoy xemanî xom le amêz girtuwe
Tuxuda em xake nirxî xwênî sûrî bo dira
Sed hezar lawî wekû min xwênî cergî riştuwe
Besye bêganeperestî rû le qîbley xo biken
Rû be butxaney xerîban nwêjî çîw dabestuwe?
Min ke qîblem nîştîmane û xakî pakî zêdekem
Boye bermalim berew qîbley ewîn raxsituwe