Muhammad Mamle

Çendî Lê Paramewe 2

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
85
Derdit le malim nesrîn danîşe têr têr bigrîn
Malkawil kuryan bimrê bêhûde lêkyan kirdîn
Ca eto sermet û keyfî emnîş xembar û xemgîn
Çendî lê paramewe awrî lê nedamewe
Le nexoşxaney milkî bê duktur detlamewe
Zor nexoş bûm kejal gyan nekira bêy be lamewe

Qet le dinyada nebû bêcge le naxoşî beşim
Mat û damaw û peşêw û bêkes û çarereşim
Serdemêk aware bûm û muddetêkîş derbeder
Nemdî rûy asûdegî her tûşî gêre û qerqeşim
Ax kuştûmî şeş xanî umêdî le min girtuwe herîf
More heldawêm û bêhûde be hîway dû şeşim
Tîxî bêmeylî û cefay ew nazenîne dilreqe
Cergî let kirdûm be carêk encinîwye sîneşim
Xoşewîstî goşey tenhayî her ejnokeme
Boye roj û şew weha girtûmete nêw baweşim
Nabînî zerde leser lêwî kesê lew şareda
Ta xem û derdî dilî xomyan be serda dabeşim

Zor ’eybe û zor îrade dînit birdûm be bada
Gulekem fermûy de biro to geday min şa lêm lade
Xo min boxom razîme babim min be to nada
Takû le dinya mawî ca biro şêt û şeyda be
Çendî lê paramewe awrî lê nedamewe
Le nexoşxaney kewtûm bê duktur detlamewe
Zor nexoş bûm kejal gyan nekira bêy be lamewe