Muhammad Mamle

Beharîye

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
101
Rebbî bexêrê behar, beharî paş zistanê
Kirasêkî keskî kird, le ’êran ta tûranê
Bulbul şeyday gul bû, destî kird be fuxanê
Le gurey deşemalî û le rêjney debaranê
Rebbî xuda şadman key gyan, ax be dû çawî cwanê

Rebbî bexêrê behar, beharî paş newrozê
Yarê çawgelawêjê, dehubbêda debzozê
Dinyam lê gulgulî bû, nema telesmî tozê
Be cûzey dem û jarî gyan, rêşey cergim desozê

Gulan le dem rûbaran, sef sef çûne decûle
Be’zêk lewan gulan dîm, rengiqrimz û gulale
Ba bêyn gulan bibînîn, herçî dilî mehzûne
Ew dinyayey bêwefa, çend mehbûb û çend rûne

Gelî derdan ser lêdan, satêk nagirim qerarê
Şew û rojê nasebirim, leber xemî deyarê
Dilê min çend mehzûne, esrînim dêne xwarê
Meger bewey sakîn bêt gyan, ax be rengî debeharê
'behare' yan 'beharîye' corêk şî’re ke bo pesnî behar degutrêt. beşêk le honrawekanî nêw em goranîye le dîwanî şêx ehmedî korda hatûn. em goranîye rojî 23y temûzî salî 1962 le şarî mehabad û le layen pirofîsor dyêter kirîstyansên tomar kirawe ke ewkat bo lêkolînewe hatote çend nawçey kurdistan. ’esker tarjen jenyarî tar û mihemed hatemî jenyarî zerb bo tomarkirdinî goranîyeke hawkarî mamosta mamlêyan kirduwe. {serçawe: bazî bêryan}.