Muhammad Mamle

Katî Behare

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
96
Katî behare çawekem! bê biçîne baxî dûbedû
Gul biçnîn be herdû des, bêyne sema û custucû

Saqî be helperînewe dêt û deçê le nêw çemen
Xunçe be pêkenînewe dil derfênê zû be zû

Bulbul û qumrî her teref sazî tereb deken, keçî
Le şaxî gul, le daxî dil xo denwênê kundebû

’er’er û seru û narewen pakî be dem nesîmewe
Be reqis û şewq û zewqewe dên û deçin be arezû

Edeb dira defî leber tereb le bax û gulşena
Le lay beşer lebo dewa nema heya û abrû

Xoşîye, keyfe, şadîye, bezme, heraye, çopîye
Be ’îşqî bûkî bulbulê*, xunçe ke bûke, dil xesû

Raz û nyazî dil deken bulbul û qumrî pêkewe
Herdû be fikirî bîkirewe, xunçe be yek deden be şû

Her betenê 'îmay'ye bêbeş û behre mayewe
Xermenî xem be ba deka, denkî esef deka be tû
Honrawe: awat
*= le honrawey şa’îrda "deda" hatuwe.