Aziz Sharokh

Behar Were

By: Aziz Sharokh
Dialect: Sorani
121
Behar behar behar behar
Were were were were
Cwane çiroy dar û dewen
Rengî şînî cwanî çemen
Şil û mile piştên şile
Çaw be kile bûkî cwanî
Bûkî xeyal tase û awat
Dunyay pir le hest û cwanî

Behar behar behar behar
Were were were were
Helbide hewrî reşî baran birjêne dilopî baran
Bigirmêne, birengêne, bixemlêne deşt û kêwan
Kîj û kuran dest le milan
Lêwan binêne ser lêwan

Behar behar behar behar
Were were were were
Kolkezêrîney paş baran
Serdemî katî êwaran
Ya şinebay paş baranê be espayî şine bide
Law û kîjan le şar û dê wa bo helperkê han bide

Behar behar behar behar
Were were were were
Xurey dengî awheldêrit
Swêsne û helale û şilêrit
Ya dengî mel le lutkey kel
Deçrîkênin be kat û hel
Le ber dergay çadir û reşmal
Rawestawin cwanû û kejal