
Leber beharî ewsal beharêkî pirnûre
Behar wilatî dagirt hate der gulesûre
Befir kewte binaran zanîm behar meqbûre
Hatin teyrî germênê têkel bûn hemû cûre
Leber firmêskî befrê deşt û gom dawestawe
Deşt û gomawî pir kird şet û rûbar û sawe
Qaz û qurîng û mirawî le seyrî rawestawe
Çend xoşe legel teyran ke hawdem bî êwaran
Le seyrî xurey çomî şikofey gul û daran
Bulbul şad û dilxoşe leber roj û nizaran
Bulbul şad û dilxoşe dexwênin wekû caran
*? nawê kanyawî piştî xanê
Çomî *? û dû’awan girtî deştî lacanê
Dira serçawey kelwê birdî gulî nîsanê
Cennetî rûy zemîne xakî serdeşt beharan
Çya û dolî nabînî leber şikofe û daran
Kanî û awî nabînî leber sêw û henaran
Leser pelkî gulane nerme xunawkey baran
Leber beharî ewsal beharêkî pirnûre
Behar wilatî dagirt hate der gulesûre
Befir kewte binaran zanîm behar meqbûre
Hatin teyrî germênê têkel bûn hemû cûre