Barfin Aktay

buhar

By: Barfin Aktay
Dialect: Kurmanji
57
Serhilde ji xew ey Kurdo roj hate delava
Tamara xewê girtiye ma ser herdû çava
Kêlek li te hişk bûne li ser merş û kulava
Serma çû nema dengê birûsk û ewr û tava
Marmara mî û berxa buhar hatiye çoga
Di çirûsin kulîlk vêga bi şebnem û xunava
Xemla xwe girêdaye zemînê bi kulîlka
Bihn û bexê davêje wekî misk û gulava

Rabe ber bi jînê ve belengazo du gava
Tê xurde herî jaro li ber pêlên di ava
Serma çû nema dengê birûsk û ewr û tava
Seyda te nema tê dest bi nêçîr û bi rava
Şêrîne welat taceke zêrîne birader
Nefroşe bi erzanî bi dînar û derava
Govendeke çargoşe li meydanê li dar xe
Da deng bide Gulistan bi mizgîn û silava