Yadula Yakhchali

Ta Key

By: Yadula Yakhchali
Dialect: Sorani
46
Ta key nalekem çun naley ney bêt
Erê ezîz dilekem
Ta key rengekem wek zerdî bey bêt
Erê ezîz dilekem
Ta key firîştem çawî le xew bê
Ta key rojî rûn lelay min şew bê
Ta key bilêsey qurban gyanim le taw bê
Ta key xwerakim gyane xwên û zûxaw bê

Ta key agirî derûnim geş bêt
Erê ezîz dilekem
Ta key le şadî dilim bêbeş bêt
Erê ezîz dilekem
Ta key meynetkêş, derdim karî bêt
Ta key jyanim bêqerarî bêt
Ta key gerd û xak qurban rêy tûnawtûn bim
Ta key badnûş gyane camî mecnûn bim

Ta key dêwane le kosaran bê
Ta key firmêskim tawî baran bê