Nasir Akhabra

Qendîl

By: Nasir Akhabra
Dialect: Sorani
159
Qendîl delê min ser be temim, qendîlim
Ta xêlî kuranim degenê her dîlim
Zor hewrî debabem be sera heldeteqê
Zor tîrî neyaran le dilim heldeçeqê

Qednîl delê min ser be temim, qendîlim
Ta xêlî kuranim degenê her dîlim
Zor dekşê be serma sêberî dalaşan
Zor derjê be serma pelexwênî laşan
Zor hewrî debabem be sera heldeteqê
Zor tîrî neyaran le dilim heldeçeqê
Zor şew be birîndarî le xew hestawim
Her berzeqelay kurdim û rawestawim
Ew cogele’awey ke le min radexuşê
Roley gele wek sucde leboy radekşê
Katê serî zamarî le koşî xome
Şew takû beyan bo kurî xom lolome
Ho dundî kelî xanî rinûpoşî besam
Yadim ke le jêr hewrî debaban hepesam
Dil kewtuwe hêzim nîye bîlawênim
Sed rosteme kujrawe leser dawênim
Min bawkim û dil pir le xem û aware
Çwar xêlî kuranî bêbeşim lê dyare
Newrozî rehayî û heretî hatî min
Rolem dewê bînûsê beserhatî min
Qednîl delê min ser be temim, qendîlim
Ta xêlî kuranim degenê her dîlim