Sadulla Nasiri

Xoşewîstî Min

By: Sadulla Nasiri
Dialect: Sorani
205
Xoşewîstî min!
Çon berayî da
Çawekanit wa bibînê min be tenyayî?
Xo dilî min
Kotrî bin gwêswaney çawekey to bû!
Netezanî min be bê to,
Rohî nesrewtim?
Wek gulî nêw şorekatî werzî bêbaran
Zir dejakê, sîs debê, demrê!
Sed mixabin!
Min ewîndarî hejar û to le xobayî
Êste sergerdan
Wa depêwim kwêrerêy sextî jiyanî tûş
Twêşe xalî, desbetal û qalbêkî bêdil û hestim!
Îtir em talawe badeş, oqre nabexşê!
Min tejî derdim
Nuqmî halawî xeyalim
Şaîrêkî şewgerî mestim
Renge nemnasîtewe em care bimbînî
Befrî werzî xem
Dolî dilmî kirduwe cêgey rinûy matem
Win buwe sîmay zemanî lawetîm
Tenya tapoyek mawe
Tapoyekî nêw mjêkî xolemêşîy xem!
Renge çarenûsî min wa bê!
Wek çilon tenya le dayk bûm
Her be tenyaş rabwêrim jîn
Taze axir her be tenyayî
Ser binême baweşî merg û
Bayequş le kawlaşî nêw dilî xomda
Bom bixwênê sûretî yasîn
Xoşewîstim! Katê min mirdim
Qet mepirse
Çon bebê to jînim têper kird!
Jîn nebû, her sate mergê bû!