Muhammad Mamle

De Megrî Megrî

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
35
Erê xanim naz naka gyane mat û melûle
Xanim naz naka mat û melûle
Ne çawî riştuwe ne gonay sûre
Erê wey de megrî megrî çaweket cwane
Herçî to degrî malim wêrane

Erê ew çawe cwane bê surme mese
Ew çawe cwane bê surme mese
Bo xwa pêm bilê xwênî çen kese
Erê wey de megrî megrî çaweket cwane
Herçî to degrî malim wêrane

Erê namem binêrin azîzim bo koşkî yarim
Derdim girane min derdedarim
Erê wey de megrî megrî çaweket dêşê
Hey de megrî megrî çaweket dêşê
Qet kest nebo nazit bikêşê

Erê wey dîdem bequrban azîzim xembarî tome
Dîdem bequrban azîzim xembarî tome
Şewgar her degrîm cwanê bêdarî tome
Şewgar her degrîm azîzim bêdarî tome
Erê wey de megrî megrî çaweket cwane
Hey de megrî megrî çaweket cwane
Herçî to degrî malim wêrane