Muhammad Mamle

Swêndim Xwarduwe Xudaye

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
74
Nexoş û derdedarim aramim nîye satê
Seferêkim kewte ber rêye hat û nehatê
Muntezîrim le rêga gyane ba karwan bê û bimgatê
Yarim degel karwanê hey qewle maçêkim datê
Swêndim xwarduwe xudaye çîdî dildarî nakem
Dil û dîn bû hemûy çû gyane leser taqegulekem
Leser hîç û xorayî bo we lay nawim gulekem

Geşî gul nîşaneye le wefay baxewanî
Heyfe wekû baxewan gyane ke qedrî gul nezanî
Swêndim xwarduwe xudaye çîdî dildarî nakem
Dil û dîn bû hemûy çû gyane leser taqegulekem
Leser hîç û xorayî bo we lay nawim gulekem

Yarim le her cêyêke xuda agadarî bê
Şemal hat be nalenal xeberî yarmî pê bê
Ew awrey le minî berda gyane yarebî le toş ber bê
Ew awrey de minit berda dena yarebî de toş ber bê
Swêndim xwarduwe xudaye çîdî dildarî nakem
Dil û dîn bû hemûy çû gyane leser taqegulekem
Leser hîç û xorayî bo we lay nawim gulekem

Dilim deka colanê yaxuda kes pê nezanê
Firmêskim dêne xwarê wek tawî de baranê
Qewle dyarîm bo bênê gyane gulim wa le taranê
Qewle dyarîm bo bênê dena ey gulim wa le taranê