

Erê ca kes nazanê cwanê gyan hey be kêy delêm
’aşiqî şemamey baxelêm
Hey swêndyan dawim rastî nelêm
Erê wey ne mecnûnim wey ne ferhadim
*? hey renc be badim
Daxuda hasil ka miradim
Erê ca mecnûn way lê hey neqewmawe
Wek min cefay hey nekêşawe
Rencero xom lêm torawe
Erê amînê gwarekanit çend cwane
Ca birot tîrî ser be peykane
Namdiwênê babanwêrane
Erê ca zulfî tom boye xoş dewê
Car car hey we kulmet dekewê
key xoş debê nazî şewê
Erê wey xemî ’alem bo min çake
Yexey xom dedirim serpake
Çunkî amîn hey delê kake
Erê ca bew qur’aney cwanê gyan lêm xwênduwe
Boxom hey le melam bîstuwe
*? maçêk sed rojuwe
Erê wey ser helbêne wey malebabim
Be dil *? hîçkes nabim
Be qise her lêt tewela nabim
Erê wey ser helêne cwanê gyan eminit mirim
Deber xendey lêwit mirim
Xo min hey le xelkî baştirim
Erê wey ser helbêne eminit mirim
Leber xalî wey lêwit demirim
Kengê min de baweşim bitgirim
Erê ca male babit cwanê hey serewjêr bê
Îzra’îl be malyan fêr bê
Kê toy rencand hey xudagîr bê
Demirim hey demirim *?
Xoşim dewê çaw be xumarê
hengiwîn hey le lêwî debarê
Erê *? dewlemendî
Le jêrra hat kilûy qendî
Kengêt ca xirapêk le min dî?
Yaxuda her wa gerd û toz bê
Şedey le milanit aloz bê
Leylakem cêjnet pîroz bê
Erê ca gul û rîhanim dasd kird
Le kin kulmey yarêm ragirt
Hawaryan kird abrûy met bird
Erê amînê gyan gwarekanit melengêne
Sûk biro kewşekanit meçespêne
Ew dilem bo to pir le xwêne
Lêm ’aciz nabî bimdiwêne