
Kemxayen bû ’umrî gencî her naşzanim çon têperî
Lem werzî payzey ’umirim gelay xewn û xozgem werî
Kê gwê le xemî min egrê basî xemim dwayî nayet
Meger tenya çolekekan bo em werzem bibne şayet
Le rojî deycûrî jînim tiruskayî bedî nakem
Taze temen becêy hêştim îtir be hîç xewnêk nagem
Xozge minîş wek sinewberêk hemîşe cwan û sewz ebûm
Yan be wêney gulî mîna gulî geşî çwarwerz ebûm
Ewe tal tal pirçî sipîm bo tenyayîm ehonmewe
Tenya her xom rojjimêrî xemekanim exwênmewe