
Ew diley wek bitperistêk rû ekate çaweket
Nwêj eka bo tîşkî çaw û zulfe têk’alaweket
Gerçî eyşêlî be zebrî qondere û pêlaweket
Qet be dilreq bast nakem nayzirênim naweket
Çunke eyzanim telarî yare xwapêdaweket
Mestî kirdûy boye naybînê le astim çaweket
Renge lat wa bê ke gwaye yareket maret ekat
Ya be keybanûy telarî berzî em şaret ekat
Ew xeyalet xawe tûşî dawî ew maret ekat
Ew wekû gurgêke meylî ew leş û laret ekat
Ew be tenya bo gulî ser mêzî badey toy ewê
Herke carê bonî kirdî ca gulêkî nwêy ewê