Kawa Hama Salih

Perêşanim

By: Kawa Hama Salih
Dialect: Sorani
48
Perêşanim min denalênim firmêskî çawan debarênim
Hemû ’umrî xom leser dana le tawanit bûm be dêwane
Nazanim çonî bikem çare dermanî ew dile bîmare
Be bêhûde şêt û hejarim be derdî dil min giriftarim

Delên mecnûn cewrî kêşawe le dway leyla rohî danawe
Gulim çit kird çon debê wa bê dilî mecnûn şêtî leyla bê
Nazanim çonî bikem çare dermanî ew dile bîmare
Be bêhûde şêt û hejarim be derdî dil min giriftarim

Dilim şêwa kê bû şêwandî gulim şemza kê bû şemzandî
Ewe leyla koç deka lêre nema gulşen xêl berewjêre
Nazanim çonî bikem çare dermanî ew dile bîmare
Be bêhûde şêt û hejarim be derdî dil min giriftarim

Felek aman çerxî dewranit şew û roj û kar û mîzanit
Eger carê lew hemû care belênî dil xot bide yare