

Be hîwawe geramewe nakamî pêşwazî kirdim
Esîrî hat be xorayî hemû ’umrî lawîy birdim
Ba bînayîşim tarîk bê min jyan cwantir ebînim
Xoşewîstî gewrey kirdûm boye hemîşe geşbînim
Zimanîşim neyête go sîmam zor şit edirkênê
Ewey le bêdengî biga be bêdengî gul edwênê
Hemû xozgem korpeyek bû xwa pêy nedam lem jyane
Wilamim bo taney xelkî tenya hesret û giryane
Êstaş çawî birsîy êwe hîç cwanîyek bedî naka
Ewey xemî samanî bû le hîç xemêkî tir naga