Karwan Usman

Be Boney Towe Lem Şare Wêlim

By: Karwan Usman
Dialect: Sorani
166
Were lam hewênî şî’irim
Were lam were lam were lam
Sarêj ke zam û birînim
Were lam were lam were lam
Awatî jînî çend salem tenha çawe şînekante
Çawî toş hênde bêrehme helnaye lem şewezenge
Be boney towe ke min lem şare wêlim
Çon dilim dêlê ke to becê bihêlim

Wa mezane ke dûrît lêm
Dûrît lêm dûrît lêm dûrît lêm
Sozî ’îşqit cêm ehêlê
Ehêlê eyhêlê eyhêlê
Dûrît şewêkî samnake xew le çawim etorênê
Dûrît zamêkî qûle bom peyamî mergim bo dênê
Be boney towe ke min lem şare wêlim
Çon dilim dêlê ke to becê bihêlim

Were azîz merencê
Merencê merencê merencê
Be bê to aware û tenyam
Merencê merencê merencê
Pepûley ’îşqim bonî baxî dinya gişt ekat

Were momî temen kize lem şewe tare esûtê
Be boney towe ke min lem şare wêlim
Çon dilim dêlê ke to becê bihêlim