Sabir Kurdistani

Qetarî Be Berdî Fîrqet Û Bestey Heta Dunya Dunyaye

By: Sabir Kurdistani
Dialect: Sorani
95
Be berdî fîrqet şûşey dilî aware meşkêne
Le naw zumrey reqîban ’aşiqî bêçare meşkêne
Eger roh û dil û îman teleb ka bîyerê ’aşiq
Ke tiflî wirdesale* qet dilî ew yare meşkêne
Dexîlim ey nesîmî subhigahî meskenî dilî min*
Perêşanî meke to zulfî ew yare mejakêne*

Heta dunya dunyaye min xêr le xom nabînim
Xem û meynet û xefet çon bote hawbeşî jînim
Be hîç dewa û dermanê sarêj nabê birînim

Katî lawîm beserçû pîrî berew pîrîm hat
Hîç xoşîm le jyan nedî be deqîqe û be si’at
Katî lawîm beserçû pîrî berew pîrîm hat
Hîç xoşîm le jyan nedî min be deqîqe û be si’at
Ewendem le xuda dewê bimkujê û bimda necat

Jyanim kulemergîye nazanim xoşî çîye
Eçme lay her pizîşkê pêm delê ’îlacit nîye
Eçme lay her diktorê pêm delê ’îlacit nîye
Honrawe: ehmed muxtar caf
*= le honrawey şa’îrda "tîfil û xurdisale", "dilme" û "nazdare meşkêne" hatuwe.