Smayil Agha Chawgali Sayd Ibrahim Saqzi

Xasekew Û Le Dinyada Nîye Wek Min

By: Smayil Agha Chawgali and Sayd Ibrahim Saqzi
Dialect: Sorani
281
Xasekewê lew keje helnîştuwe
Xalî reş û sûrî be cût riştuwe

Rawçî hemû lew kewe derkewtuwe
Boçî çîye?* cerdeye? kêy kuştuwe?

Kêhe kesî ew le jyan xistuwe?
Mal û mer û zêwerî kêy birduwe?

Ba’îsî qetlî çîye? bîstûyetî
Jînî be serbestîye, wîstûyetî
Dawî çeqand tawekû ew pêwebê
Çalkene xoy pêwe debê, cê becê

Boçî kewîş mafî jyanî nîye?
Heqqî kej û kêwî cwanî nîye?
Erê sahêbî* ew kêw û keje her kewe
Nezim û nîzamî kej û kêw her bewe
Lêy gerê ba bal û perî cwan bika
Lew kele ba bangî refîqan bika
Bênewe kanyaw ba* bixon awî saf
Bo gureyêk seryan binyêne mesaf

Xawenî em xasekeweş her delê:
Rawçî debê lem kej û kêwe helê

Xasekewêk le bendenê
Dîtim seyr* pêdekenê
Be çî, be kê, be min, be to
Be birwarî wa bê par û po*
Gutim *?*
Çon lew xakeda dexwênin*
Herkesêk tenya mawe*
Dawyan le rêga nawe*
Be dendûk pêwe bû kew
Rojî rûnakî bû be şew
Yek lêre, yekû lewê
Yek kewnewe, le minû kewê

Saqya cergim bira, cergim bira
Bêre lam, bêre lam bergî umêdim dadra

Kanî xwên û xwên dû çawî swêrmin
Kaxezim kêlgen, qelem awdêrmin
Min lew şewane şewarim kirdewe
Le hewarane hewarim kirdewe
Hawdemî roj û şew û kar û se’at
Dost û hawrêy nîştiman û karesat
Bulbulî xemgîn newaxwanî mine
Of êş û birkî gel hemû janî mine

Lêrewar û cengel û serherd nema
Zerd û mah û estem û binberd nema
Cê nema ser lêy nedem rûy tê nekem
Ta wirîngey to helîkirit şwênekem
Min be dûy ew dengeda bejnim lerî
Xom tekand û darê bûm mîwem werî

Sizay her serbirîne mû le heddî xoy ke têper ka
Heqî paçîne darêk bo nemamê tir ke sêber ka
Sinûrî xoy deparêzin, berêzin, bêxemin, şadin
Biro û birjang debînî wa le tîx û qeyçî azadin
Kesêk destî dirêj ka xoşe pelpel bê
Kesêk laqî be xwar dana çi xoşe zûbezû şel bê
Kesêk hat û tecawiz ka nezanî heddî xoy kame
Hezar ewende gewre bê bizane şête, kemfame

Saqya min nuqmî deryay meynetim
Zor girane barî dax û hesretim
Of min be qed ew kêwe derd û janim hemû
Êş û birk û derd û kul mîwanim hemû
Lêle awî rûnî çawekanî min
Dwayî naye derdî bê dermanî min
Çon nekem
Çon nenalim çon nekem ew zame hest
Min hewênî gişt ewînim da le dest

Le dinyada nîye wek min be ’îşqî ew giriftarê
Ser û malim le rêy dana ewîş lutfî nîye carê
Hejar û derbeder rojê le kûçe û qujbinî şarê
Eman refîq ’îlacêk sa le rêy peyxembera çarê
Wîsale, qetle *? be hemuwan bom biken karê

Hemû kes pêm delên şêtî ke wa xot mehu û berba kird
Le rêy ew xakeda fewtay û sed liket ke peyda kird
Çi sûdêkî *? ewendet ceng û de’wa kird
Xuda kwanê le dinyada qedrî însan û xerîdarê

Le korî ’îşq û dildarî heta zû derbiçîn çake
Hemû rencim be fîro çû legel ew şoxe bêbake
Rezîl û sûk û riswa bûm were halim temaşa ke

Xudaye boç le dinyada beşî min şîn û giryan bêt
’edem lew jîne xoştir bû ’erîzem xo nedabû pêt
Hemîşe wêl û derbeder be sewday ’eşqewe wek şêt
Seba yaranî meclîs ger hewalî min depirsin lêt
Bilê kêşaye meyxane dû çawî bêçuwe ’eyyarê

Sefa dûre le însanî ziring û ’aşiq û şa’îr
Beşî her derd û zûxawe derûnîş germe wek agir
Çi dilsextêke tûşî bûm necatim dey xuday qadir

Biram kewtûme ber lîsî zemane û çerxî bedkirdey
Be naşkurî nebû rojêk eger boxom bilêm oxey
’îlacî derdî dil naye be ’ûd û rûd û camî mey

Hezaran rehmetit lê bê le şê’ra çen ter û wirdî
’ezîzim mustefabeg to nemirdûy kê delê mirdî
Cwabî waye 'bêkes' bes bilên teqdîrî bo kurdî
Dur û yaqût debarê lew kelame şîrney kurdî
Honrawe: seyd kamîl îmamî û fayeq bêkes be hendêk gorankarîyewe.