Basit Hamagharib

Tase

By: Basit Hamagharib
Dialect: Sorani
1149
Asayîye ger be ceste lêt dûr bim
To lêre bî û min lew dîwî sinûr bim
Zor sadeye hergîz netbînim be çaw
To lêre bî û min dûrtirîş tir le hetaw
Asane ger bebê to her tenya bim
To lêre û min le kotayî dinya bim
Sanaye ger ser nekeme ser ranit
Dam nepoşî be zulfî reş û ciwanit
Gwê nademê to azad bî û min dîl bim
Le jêr qamçî û felaqeda zelîl bim
Xefet naxom le şax bim û le şar bî
Min payîz bim û to serapa behar bî
Zor sakare şajin bît û hejar bim
To le sefa minîş şeketî kar bim
Belam ewey natwanim bergey bigrim
Ger rû bidat mal wêran ebim emrim
Eweye ke em eşqem lê bsênî
Xoşit newêm le dilit derim bênî