
Em payîze legel xezanî gelada tinok tinok le çawmewe roh ewerêTo bilêy kame gelayan le hemuwan mêhrebantir bê ûEm eşqe ter û nakamem wek keştîyek le baweş ka û berew ewdîw bûnî berêÇen asûdem bo çendsatê saway giyanim exewênimLe sêberî hewrêkî çaw be baranda gelay zerd ebête nwênimTemen erwa û bê wefayî hest û xeyal eka be berdLe asoyekî beharî sersewzda ebête neway rohekan payîzî zerdLe baxêkî çol û sarda esrîn û xem bêzar bûn û cêyan hêştim tenya û tasawDirextêkî çil rûtawe bû be xemim û henasey sardî bulbulêk le çawanimda bû be awHemû ew beste şadaney ke hemîşe le ser zarmewe helefirînRêyan çol kird bo goranîyekî xemgînbê wîstî xom wek tafgeyekî sewdaser wişe û pîtekan be lêwma rijane xwar