Tara Rasul

De Pêm Bilê

By: Tara Rasul
Dialect: Sorani
68
De pêm bilê to çon ’aşiqî kesê ebî ke neynasî
Çon serinicit be ruxsarî namoyîma helewasî
Le dûrewe kûrey hestit şu’leyêkî be tîn eda
Be çawî min ’aşiq mebe kem le dergay ewîn eda

Min hogrî ’eşqit nabim çunke dilim malî jane
Le sermayey xoşewîstî tenya beşim dabrane
De toş biro bo lay yekê ke bîr le xem nekatewe
Dinya bar ka bakî nebê awir le kes nedatewe

Min natwanim lem şareda lutkey telar berme asman
Xoşewîstî emro bote firîn berew çawgey saman
Minîş xwanî ’eşqêkî tir bo hîç kesêk nakemewe
Îtir dilî hîç rêbwarê bo mal dil nabemewe