Hama Jaza

Şehîd - Qetar Û Beste

By: Hama Jaza
Dialect: Sorani
204
Cergibraw û na’umêdim min le dunyay derbeder
Nîştecêy malî tenyam min wek hetîwî qurbeser
Katê royştî be naz cerg û dilmanit birî
Ew guley çen sal be hîwa bûm bipşikiwê helwerî
Çiqil û peykulit çuwete qaçim areqî zorim sirî
Kewtime dinyay na’umêdî kotrî jînim helfirî

Şîwene şînî firmêsk û xwêne
Bo dwa şehîdî bê seruşwêne
Şînim bo kurî bîst û yek salem
Bo bêkesî xom ah û nalem
Çon be kul negrîm nelerzê çokim
Wêney pênc şehîd ben le berokim
Le toleyî wa qewm û xêşanim
Tifengî kamtan role bikeme şanim
Kesê nabînim firmêsk nerêjê
Asman şîn ekat îtir şîn bo kê
Ezîzim korpem kurî şîrînim
Çiray dwaroj û awatî jînim
Gelêkî mandû çawerêmane
Çiray bo helkeyn leser rêmane
Umêdim her toy dilim meşkêne
Xak û nîştîman, gel medorêne

Cergibraw û na’umêdim min le dunyay derbeder
Nîştecêy malî tenyam min wek hetîwî qurbeser
Naw dilim tarîk û tenge kewtime rêgay pir xeter
Ba legel karwanî lawan koç bikem min bo sefer

Bûy be qurbanî bequrban rohî xom qurban ekem
ger bigem be qoçî towe wa elêm seyran ekem
Derzî’ajin bê derûnim eşkî xom nîşan edem
Bo ewey helsî le xew gul şîwen û roro dekem

Ahî nalem karîger bû wa desûtê cerg û dil
Kûrey asniger ecoşê boye firmêsk dête kul
*= faylî em goranîye natewawe, tikaye eger faylî tewawtan le laye le rêgey beşî "raportî hele" bomanî binêrin.