Basit Hamagharib

Çêştim Emro

By: Basit Hamagharib
Dialect: Sorani
1082
Çêştim emro jehrî mar û rohî şîrînim nehat
Zexmî konem hate jan û merhemî birînim nehat

Min xemim xward û xemîş xwênî cigermî xwardewe
Boye giryam çend be çend firmêskî xwênînim nehat

Xem serî lê dam û yarim qet serêkî lê nedam
Sebir û hoşim roywe xaretgerî dînim nehat

Dil desûtê çîn be çîn deşkête ser yek wek fener
Sahêbî rûy ateşîn û zulfî çînçînim nehat

Cerg û dil her dû lenêw nafey derûnda bûn be xwên
Şemeyê lew miskî nafey askekey çînim nehat

Dîde wek hewrî beharan xwên debarênî û seday
Pêkenînî xunçey new sebze perjînim nehat

Goy serim çewganî mîhnet daye ber xoy ray rifand
Eleceb bo şehiswarî xaney jînim nehat

Bo çîme giyan û leşî bê dil dilîş bendî sitem
Hênde bêzarim be zehrîş xatîmey jînim nehat

Kewtime wezî nez û xem xistimye halî xerxere
[Kurdî] bêkes xom le hîç layek seday şînim nehat