
Le asoyekî dûre dest awabû zerdey payzîDetgut bûkêkî bê naze perde cê dêlê be zîzîPele hewrêkî çilkine girtî sûçêkî asmanGelay zerdî darêk werî ziryan birdî berew nemanCûtêk kotrî ser beklawe helkurmawin le swaneyekDyare lew dewruberane pêyan şik dê hêlaneyekPasarîy serdarî kolan firew cîkeyan lê biraQel firî... firî... ta win bû her rûreşîy xoy pê biraŞepolêk mosîqay besoz hatû raburd be bin gwêmdaŞwênêkî bo xoy kirdewe le naxî dilî twê twêmdaAxir kolî bo birde jûr barberêkî dirêjî rûtDerkî dûkanî gale da mam hacîw berewmal bizûtNazdarêkî çarşêw beser betenîştimda têperîBexar hatû tund qîjandî rûteleyek be bedferîKemêk rawesta ca raburd ew lawey cadey depêwaDyarbû xêsêkî dabûye ew şoxe le bin çarşêwaKîjêk xoy le jûr kutawe derkey hewşekey pêwedaÎtir şwênewarî cwanî bedî nakem lem nêwedaTa tarîkan peyda debê çolû çoltir debê cadeNe dête der kîjî lebar ne radebrê lawî sadeHewa bûlêle, aw lêle gul sîs buwe, gela zerdeTenanet rengî gorawe em dîwarû darû berdeTemaşay her şitê dekem rengî payzî girtuweCwanî xoy lê şardûmewe dizêwî rîzî girtuweÇawim le asman birî dilim hêndey dîke gîraGelêk bîrewerîy konim lepir hatnewe bebîraAram aram beloje loj ewa berew mal bûmeweNe kes le pêşmida derwa ne kes dyare bedûmeweNa na narom, meley dekem lenêw deryay mendî xeyalDahêzawû rûgirj, tûre dil pir tase, mêşk betalAx, dîsan rûperêk dira le roj ejmêrî temenimAx, dîsan şew dahatewe min herwa dûre wetenimAx, dîsan çûme jêr balî reşî şewgarî tenyayîAx, debê dîsan biçêjim jehrawî talî cudayîAx, dîsan debê rabwêrim le jûrêkî sardû sirdaDegel azar destemlan bim ta beyan le nwênî şirdaDerom, detirsim, delerzim le pelamarî motey şewDad le des em diley be xem way le des em çawey bê xewDerom ta ser pêkewenêm degel zamû derdû êşimDerom ta şewêkî payz min şewnxûnî bikêşimDûr qaqayekim gwê lê bû detgut gullem pêwe denêÇon be êwarey payzîş î wa heye pê bikenêXeyalim bibû be wişe nemzanî kes bedwameweDengêkî lerzokû nerim bespayî cwabî damewe:Belê henû yekcar zorin bazirganî firmêskû xwênBelê henû pê dekenin be ser be heş, be mil be kwênBelê henû pê dekenin be min, be to, be hezaranBe daxî bawik kujrawan be henîskî hetîwbaranBe nezanî, be nexoşî be tarîkan, be şewezengBe zincîr, be tenaf, be dar be girtûxaney terû tengBe bokurûz be çire dûkel be halaw, begir, be’agir
Be tem, be mij, be hure, be dok be tofanî wilat dagirBe bûmelerze, reşeba be sûtmanû zyanû zerBe herçî xirapû şûme begişt deskirî xway şerBe nale, be kul, be giryan be sîng kutan, berû rinînBe bergî reş, be çawî sûr be gorxane, bekorî şînBe kelawe, be kundebû be dîwarî heres hênawBe dawênî tîtol tîtol be anîşkî pînekirawBe nûke nûkî bêwejin be hane hanî manduwanBe zîrezîrî mindalan be nûzey nîwe zînduwanBe nere nerî celladan be qirme qirmî şest tîranBe wîre wîrî qemçîyan be eşkencey rûnakbîranBe çilkî yexey kirêkar be kefî ser şanî cûtêrBe peçew rûbend, be xencer be yek nebûnî mêw nêrBe qelemî bezîwî kul be zimanî lebnida birawBe derkî daxrawî fêrge be kitêbû defterî dirawLe qamûsî ewaneda bezeyî manay nemaweBêzyan le bize heldestê wazyan le xwênû zûxaweHer dilopî xwênî lawê bo wan yaqûtêkî sûreHer tikey firmêskî kîjê bo wan mirwarîy bermûreHenasey sardî awaran koşkî ewan germ dekaLeşî reqû zigî birsî cê parûyan nerim dekaSermayey wan legerda bê, ba zor derk bequr gîrêDolar le birew nekewê ba kolewar bê dapîrêDeba xwîn bêw seran berê çerxî kargeyan bigerêPê dekenin, pê dekenin be bilêsey agir
î şerêGutim: kewabû, aşna beşî ême lenêw çûneGutî na, na, dûr binware...Dûr binware... aso rûne...Wergîranî deq:Www.allekok.ir