
Kê bû kê bû leber şostey
Kanî ’îşqa minî ter kird
Be zayeley basî emro
Paşerojman gwêmî ker kird
Eto nebûy pêt dewtim
Bo tînwêtît camê awim
Bo birsêtît letê nanim
Ba tarîkît mome çawim
Eger away kwanê sûtan kwa reşmalî sond û giryan
Bo pêm nalêy mirdin koste ya mirdinî lêk dabran
Kê bû kê bû pêmî dewt gulşenî dil leber pête
Newek baxî pêlokanim tikey lêwim şwên û cête
Eto nebûy pêt dewtim *? reş bê
Bo ew rêye, bo ew maçe şûşey çawim hezar beş bê
Eger away kwanê sûtan kwa reşmalî sond û giryan
Bo pêm nalêy mirdin koste ya mirdinî lêk dabran
Kê bû kê bû be çiloskê xolemêş şermî pijand
Be nîgayê le derûnman zirêbarê xemî rijand
Eto nebûy pêt dewtim ba serinicit pir taset bêt
Rojêk dabêt ew çawane pir şewnimî henaset bêt
Eger away kwanê sûtan kwa reşmalî sond û giryan
Bo pêm nalêy mirdin koste ya mirdinî lêk dabran