Jalal Dawdi

Dîl

By: Jalal Dawdi
Dialect: Sorani
150
Tenya û xerîb
Le çwar rêyanî gerdûna rawestawim
Weku bawe adem tenya
Le xakêkî reş xulqawim!
Beheştî xwam leber hewa firê dawe
Belam hewa
Le dwajwangey ber cennetî çawekanya
Sêwî kalî dilî birdim
Royî û îtir nehatewe!

Êsta, tenya, tenya, tenya
Le şeqame çolekanî rohî xomda, sergerdanim!
Wek şepolêkî yaxîm û
Le deryay xom helbirawim
Hîç benderêk baweşim bo nakatewe!
Êsta lêre, şa’îrêkim
Zamekanim dehonmewe
Goranîbêjêkî tenyam û
Le şewêkî bê bwarda
Denk denk
Xemekanim denûsmewe!

Wekû awî binî gomê ke cê mabê le rûbarê
Wekû berdî serî şaxê ke danrabê le dîwarê
Wekû katê gelay zerdê desî ber bê leser darê
Dilim tenge le tenyayî, ne hawrazê ne xemxiwarê

Min ew berdey giriftarim ke dîlî çînî dîwarim
Min ew awey binî gomim ke cê mawim le rûbarim
Gelay zerdim, melî pîrim, minim dildarî zencîrim
Le bîrim dê ke çen sale le bendîxane yexsîrim

Le tarîkî jyanmida le sûçî serdî zîndana
Be morey nerdî nakamî be carê ’umrî xom dana
Belê ewsa telarê bûm welê êsta weha pîrim
Heye carê beserhatî xemînî xom nîye bîrim
Honrawey qetar: celal mekelşa
Honrawey goranî: şerîf husên penahî