Hasan Hayas

Malman Ewber Ewbere

By: Hasan Hayas
Dialect: Sorani
102
Erê gyane keştî awatim serewbin buwe
Cergim be tîrî ax kiçê kun buwe
Herke yarekey çeşnî xencer bê
Wêney min rêgay rastîy win buwe

Erê gyane eme çen sale kak berzan
Gyane eme çen sale wa sergerdanim
Dad û naleme, germe giryanim
Bo hemû derdê derman dirus bû
Tenya min nebê nîye dermanim
Gyane le ’eşqî kiçêk cergim birawe
Çawim firmêskî xwênî dadawe
Dilî dildaran wêney darî ter
Serêk esûtê û serêk xwênawe

Çî bikem cergim sûtawe gyane çunke yar lêm torawe
’eqil û hoşim nemawe birakem xwardin û xewm xwênawe

Malman ewber ewbere gyane kê minî kuşt ew dulbere
Be dem pêm elê biro gyane be çaw pêm elê were
Be dem pêm elê biro birakem be çaw pêm elê were
Çî bikem cergim sûtawe gyane çunkî yar lêm torawe
Çî bikem cergim sûtawe aman çunke yar lêm torawe
’eqil û hoşim nemawe bile gyan xwardin û xewm xwênawe
’eqil û hoşim nemawe wella xwardin û xewm xwênawe

Seyran mangî nîsane gyane çunke we’dey gulane
Seyran mangî nîsane birakem çunke we’dey gulane
Nazî gul û gulxunçe mahir çirîkey bulbulane
Nazî gul û gulxunçe birakem çirîkey bulbulane
Çî bikem cergim sûtawe aman çunkî yar lêm torawe
Çî bikem cergim sûtawe ey hawar hawar

Keştî awatim serewbin buwe yar
Yar ey yar yar... ey yar
Keştî awatim serewbin buwe yar
Keştî awatim serewbin buwe
Cergim be tîrî kiçê kun buwe
Herke yarekey çeşnî xencer bê
Wêney min rêgay rastîy win buwe

Sêw pêgeyşit nehatî gyane ke lîmo zerd bû were
Nexoş kewtim nehatî birakem katî gyankêşan were
Nexoş kewtim nehatî aman katî gyankêşan were
Çî bikem cergim sûtawe aman çunke yar lêm torawe
’eqil û hoşim nemawe birakem xwardin û xewm xwênawe