
Malyan leser şeqame lêwî şekerî xame
’emir û ’ezîzim cwane rohî tazekem ame
Awrî le min berdawe emin daş û ew dame
Pêm gut awêzanit bim yare tazeket kame
Ax celse
Celse karî sileymanî ter nabê be baranî
’aşiqitim xot deyzanî
Ne serxoş û ne mestim mibtelay çawî mestim
Şewê nanûm ta beyanî sibeynê direng heldestim
Destim gêra berokî cût memkî kewte destim
Hawarî kird wey daye lepir serpencey gestim
Ax celse
Celse karî taranê ter nabê be baranê
’aşiqî tom xuda deyzanê
Çon leserim wacbe wek rojûy remezanê
Ax celse
Qeytanî dû lêwanî nemawim le swêyanî
Sêwî baxî şêxanî be milwênê herzanî
Ca ew derdey min dekujê jinî guley mêrdanî
Ax celse
Celse karî taranê ter nabê be baranê
Barîkey neşmîlanê kurtê xal danedanê
Pêt leser çawim danê
Çon leserim wacbe wek rojûy remezanê
wirçê tiraşî dekird be meqest û be meqaş
Dar û berdî hêna xwar legel topê be kilaş
’emir û çawekem bîlla legel to bûm be wêldaş
Selam ’eleykim nemrî kake hesen kake dalaş
Of celse
Celse karî taranê ter nabê be baranê
’aşiqî tom xuda deyzanê
Bendan delêm lexowe birakem le sayî towe
Yarim qewlî da nehat bebîlla swêm lebo bowe
Ax celse
Celse karî gulolanî ter nabê be baranî
Min hatûme suleymanî boç be derdim nazanî
Çon leserim wacbe wek rojûy remezanî
Ay celse
Qeytanî dû lêwanî nemawim le swêyanî
’alemî be şayetin jinî guley mêrdanî
Çawî westakey kwêr bê solan deguşê panyanî
’aşiqî qed û balay bûm bo be derdim nazanî
Ax celse
Celse karî taranî ter nabê be baranî
’aşiqî bûm xwa eyzanî
Çon leserim wacbe wek rojûy remezanî
Awrî le min berdawe sertopî kurdistanî