Omar Rasuli

Payîz

By: Omar Rasuli
Dialect: Sorani
77
Payîz
Hemû sermayey jyanim taqe xunçîlêkim heye
Gyanî payîz eger dekirê ewsal meye
Swênd bê be berzîy daristan
Be rohî tînûy caristan
Bo nehatin hezar byanû û myanû heye
Hênde tirsaw û tasawim serim surmawe nazanim
Le xişpey pêy pepûleyêkî payîzîş bedgumanim bedgumanim

Payîz
Gerçî delên to mê’marî rengekanî
To neqaşî hewrekanî
Eto xuday asmanî
Tenanet hêndêkîş delên to beharî şa’îranî
Belam be rûhî çwar werze
Be bedîhênî em ’erze
Hênde belgey talîm heye
Ta bom bikirê delêm
Meye meye meye meye

Ax destim deselatî buwaye
Pêm pêy roynî buwaye
Hîmetim hêzî bibwaye
Herçî zûxawî mêjûye
Be hemû payîzêkim deçêjit
Yek payîzîşim nedehêşt
To nazanî
To nazanî çend le bûnit nîgeranim
Taqe xunçîlêkim heye
Hemû sermayey jyanim
Detirsim bîkeye serma
Detirsim bîdeye dem ba
Perî gulî gulim naskitre le gulperî henaseyek
Ewem lê bote taseyek

Were to hezretî hezya
To bejnî janî sed xozya
To tal û tûreyî hewran
To qirçey piştî daristan
Le helmetî bêbezeyît lenawbiryan
Xanexerab çî debê salêkî meye
Were nexşet bo dekêşim
Dest dere ho kupe meye
Heta cimet dê bînoşe
Ewsal bew şimşale neye
Pêkewe besteyek delêyn
Wek goranî
"payîz payîz bûkî qijzerd
Min mat to zîz herdû hawderd"
Erê herdû hawderd
Be heqî rûhî em tale lemêjsale
Rûhim tînûy maçê lêwî nerim nerme reng pemeyî
Birsêtîm jemêk baweşî germ germe reng lemeyî
Hay lemeyî ay pemeyî
Kam bêbeze bizey bizût?
Kê torantî? kê bizwantî?
Netkut degel gezîze dêmewe?
Payîz dahat bo lemeyî bo lemeyî
Şîley hengiwînit çawhengiwînî bo nemeyî bo nemeyî
Payîz wilatî be qur girt derkî malit be qur gîrê
Mujdey gezîzey hatinit bo negeyî bo negeyî bo negeyî

Payîz were
Were payîz peşîmanim
Bo hatinit wêran wêran wêranî wêranim
To bî û ew rûhaney miştit
To bî û ew xwênaney riştit
To bî û ew baxaney kuştit
To ew nemamaney naştit
Ax payîz çend şax û baxt darmand
Çend kepir û kaxt têk bezand
Çend keştît nuqmî derya kird
Çende tofanit be pa kird
Çend ewîndarit cya kird
Çendet bêrehmî û cefa kird
Ewa êsta min û derya derya çawerwanî
Baweş baweş întîzarî têrmanî
Zû bimgeye
Zû bimgeye
Bêzare zarim le witin
Be mergit razîm be nebûn
Honrawe: rajan hîsamî