
Emro le taw derdî dûrît halî dilim perêşane
Xerîkî şîn û zarîme hewrî çawim le giryane
Firmêskim dane durêke wekû gewher deybarênim
Nîşane le delim degrê çi hacet tîrebarane
Kwanî ’îlacî derdî min kwanê dewayêk şîfayêk
Be bilêsey xem û hesret kûrey dilim le coşane
Dilê wekû sifrey hatem pir nebê le ’eşq û ewîn
Sehrayêkî çol û hol û mehfelî xane wêrane
Nahezan be ’îşq û ewîn dayme hesadet deben
Meskenî hesûdan dyare cehenem cêgay ewane
Min delêm şêt û cinûnî xelatî cwanî yezdane
Kê le dinyay şêtî dega rêgay xoşbextîy însane
Emro le taw derdî dûrî halî dilim perêşane
Xerîkî şîn û zarîme hewrî çawim le giryane