Najmadin Ghulami

Sirudî Serkewtin

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
455
Ey melî wirdîley dengixoş
Bom bilê awazêk be coş
Awazêk bê hîn xwênrişitin
Nexmey azadî û serkewtin
Min kesêkim bo jyan emirim
Ne wekû bo mirdin bijîm

Bestey germ wekû hetaw
Hî helperkê korî xwênaw
Bestey gyan û dil hî derûn
Şî’rî ewaney serkewtûn
Min kesêkim bo jyan emirim
Ne wekû bo mirdin bijîm

Wek çingî kard xwênawî bê
Wek xwênî dil coşî tya bê
Basî rojanî caran bê
Hî tarîkayî zîndan bê
Min kesêkim bo jyan emirim
Ne wekû bo mirdin bijîm

Daye gyan megrî wek caran
Îtir nambenewe zîndan
Dilnya be dujminekem
Min zincîrî le pê ekem
Min kesêkim bo jyan emirim
Ne wekû bo mirdin bijîm
Honrawe: Simaîl Xurmalî