
Herdû çawim firmêskirjêne emşew
Soz û nalem cigersûtêne emşew
Temî zulifit leser rût lade boye
Mangî çarde bê ser û şwêne emşew
Be şaney kirduwe perçem seyr ken
Sileymanî gulawpirjêne emşew
Le mestî çawî mestî to ezîzim
Diley mestim bê ser û şwêne emşew
Derûnim boçekî sûtawî lê dêt
Girî ahim çyatawêne emşew
Le qînî nahezan tuxwa gulî min
Le zamanim çawê bixşêne emşew