Hassan Zirak

Ay Laçin

By: Hassan Zirak
Dialect: Sorani
477
Desmal herîrî dûber mêrdit kird xolim weser
Eger hez dekey nemirim to bimşêle naske dulber
Deser balay toye gyanim emcarîş bûm derbeder
Ay laçin zû laçin yarekem dê min bîbînim
Min nexoş û birîndarim ba sarêj bika birînim

Desmal herîrî sade dînit birdûm bebada
Eger hez dekey nemirim were bimşêle necîbzade
Ne ’eybe ne îrade min be bînînit dilim şade
Ay laçin gyan laçin yarekem wa dê dembînê
Hey cergekem pak zamare ba sarêj bika birînim

Desmal herîrî sûre biram qedî delêy bilûre
Qise deka be zarî her delêy saz û semtûre
’aşiqî qed û balay bûm belekî delêy tûre
Ay laçin gyan laçin yarekem dê ba bîbînim
Cergî min hemûy let lete ew sarêj deka birînim

Desmal herîrî şîne xoy şîrne delêy hengiwîne
Biram bîllahî waye were to le çawî min bîbîne
Awrî le min berdawe yar sîngî befrî hewşîne
Ay laçin gyan laçin yarekem dê ba bîbînim
Cerg û dilim birîndare ew sarêj deka birînim

Desmal herîrî aske raperî delêy aske
Desmal herîrî keske raperî delêy aske
Daway dû maçim lê kird hetîw helat em bask ew baske
Daway dû maçim lê kird her wekû kotir dehaska
Ay laçin gyan laçin yarekem dêt û radebrê
Her kes bêt û bîbînê bê şik xuda deygirê