Qadir Alyasi

Xezal (çe Bû)

By: Qadir Alyasi
Dialect: Kalhori
112
Er şewî der wa bikeyd û bîde mîhmanim çe bû
Ser bineyde sînem û des we ser şanim çe bû
Wa bikeymin xweş xweşek yey şîşe lew bedmesew
Saqîm bîd û bineydin ser we dawanim çe bû

Cur mew le baxewanî ’arizd piştim çemî
Er desim bigrîde naw des nürê çawanim çe bû
M k gyan û ’umir û malim çî we talanê çewd
Kufrê zolifd er bweydin dîn û îmanim çe bû

Her çimanî mirdime er yey keret sewzim bikey
Lîmuwêm sîfim şemamey bax û bûsanim çe bû

Şûnê kî bigirim le î zilmate mîney kî bikem
Er t büde xizrê rîm û aw û heywanim çe bû
Wextê xeftin er biçî pertew çi xakî keyde ser
Er bimînî hem nyezanim derdide gyanim çe bû
Honrawe: pertew kirmaşanî