Tikam kird: qetlî min naheq bes bike cana* witî: ferze
Witim: bo agirt berdaye ’umrî min? witî: xûme
Witim: zarim le xem, rwanîy, witî: qanûn meşêwêne
Wefa bo dulberan hey bêxeber yekbare me’dûme
Witim: rehmê dilim bes karîye tund bû*
Be min çî?*
Witim: rehmê dilim bes karîye tund bû
Witî: be min çî? tîrebaranî nîgahî çawî cadûme
Çen carim be dilî bê’ar bê tobe ke û megre dildar
Axrî wehat eka naçar a lem jînet eka bêzar
Megrî be zar bo dûrîy yar
Medwêne yar çen carim wit
Çen carim wit qestem exom
Jehrîş be dest to bê eyxom
Çen xoşewîstî to le lam
Ey nazenîn şîrîn kelam
Be qisey xoş bimhêne coş
Bimke serxoş çen carim wit