Barzan Sayda

Erê Ho Leylî

By: Barzan Sayda
Dialect: Sorani
93
Dîl û esîrî dû çawî kalim
Bawerim pê bike cwanê min bo to denalim
Heqim be deste hawar ta roj binalim
Erê ho leylî bawanim leylî
Ruhmî xêrit bê cwanê boç wa bêmeylî
Min bûm be mecnûn hawar toş bûy be leylî

Esîr û dîlî dû zulfî xawim
Bawerim pê bike cwanê min bo to nemawim
Erê ho leylî min be leylit bim
Wa pîrit kirdim ta key min be meylit bim
Wa pîrit kirdim *? min be meylit bim

Dîl û balbeste û zincîrî tome
Şew û roj fikirî hawar cûtê lîmome
Erê ho leylî leylî ban yalê
Baweşênim key dey germe pelkey desmalê
Xetay min nîye hawar dil bot denalê

Esîr û dîlî dû çawî cwanim
Îcazem bidey hawar emşew mîwanim
Îcazem bidey cwanê emşew mîwanim
Erê ho leylî leylî ban yalê
Baweşênim key dey germe pelkey desmalê
Xetay min nîye cwanê dil bot denalê