Çawit wek tîr û keman
Birot wek reqis û seman
Cûtin degel perçeman
Lîmot kewtûne geman
Wekra debzûn hemzeman
Meye kûçey mehaman
Kiçê be kûçey meda meye
Be kûçey meda meye
A bew lar û lenceye
To nazanî kê heye
Dû çawî bazî heye
Dilişkawîm lê heye
Dilbirawîm lê heye
Çawit tîrî cigeran
Sîngit befrî le seran
Lîmot lew berewberan
Memkit wek sitemgeran
Bo kûçey derbederan
Bo kûçey xakbeseran
Bo kûçey ahengeran
Kiçê be kûçey meda meye
Be kûçey meda meye
Ax be kûçey meda meye
Wa derwa tekan tekan
Lencey deka wek şekan
Larey nêwlîre û memkan
Sertopî çawbelekan
Cerg û dilimit ratekan
Kiçê meyê kûçey cûlekan
Heta ew katey mawî
Pîr nebûy negorawî
Pîrî dewrey nedawî
Çawî bed lêy nedawî
Pîr nebûy neşemzawî
Meye kûçey mehaman
Be kûçey meda meye
A bew lar û lenceye
To nazanî kê heye
Dilişkawîm lê heye
Hemû rojê beyanan
Paş nwêjê ya çêştanan
To legel destey cwanan
Le ber der û cîranan
Meye kûçey dêwanan
Le meydanî heywanan
Kiçê be kûçey meda meye
Be kûçey meda meye
Lêm halî be dilêm çî
Bêwejnî yane kiçî
Bo her layekî deçî
Qet be min melê boçî
Meye kûçey tutûnçî