Gulim gulxunçey jînim nazdar û nazenînim
Tenya be towe germe dilî pir le ewînim
Be pîrîş her nebrawe demê girîn û şînim
Le awêney şikawî dilma her to debînim
Belam ewîn û ’eşqit demê neçû le bîrim
Perestigey jînî min toy be dawî to esîrim
Gulim gulxunçey jînim nazdar û nazenînim
Tenya be towe germe dilî pir le ewînim
Be gerdelûlî pîrî werî gelay jyanim
Kujawe momî hîwa negeye berbeyanim
Gulim gulxunçey jînim nazdar û nazenînim
Tenya be towe germe dilî pir le ewînim