Renas wirya

Belên

By: Renas wirya
Dialect: Sorani
31
Belênim dawe lemro be dwawe nawit nehênim
Regî dirextî ’îşqit le baxî dilim derbênim
Boçîme ew ewîney ke her derd û jane
Lay to ewîn diroye lay min jyane
Min wekû mom desûtêm bo rûnakîy jyanit
Toş befir û bestelek û zistane peymanit
Serit helbigre belênim dawe
Le naw dilî min cêgat nemawe

Hestit pê nakem dilit pê nadem xeyalit xawe
Herçî le lama bonî toy lê bê le gorim nawe
Be xeyalîş naybînî ke bême dîdarit
Hezar car swêndim bo bixoy nabê rizgarit
Debê bigrî bo ew satey ke penaget bûm
Dilxoşim le zîndanî ew ewînet derçûm
Serit helbigre belênim dawe
Le naw dilî min cêgat nemawe