
Le hajey tavge û dengî be xiroş
Kûrey derûnim çon nayete coş
Kurdistan mana manay jînme
Xwênawî dil û hîwa û tînme
Şiney şemalit şiney rewanim
Deştî rengînit nûrî çawanim
Sozî şimşalit sozî derûnim
Nawî cwanî to bûn û nebûnim
Hajey tavgekan hajey estûrit
Sozim be hajey hatwete xiroş
Fênkî awan fênkî dilme
Fênkikerewey hestî be kulme
Rolekanî to û aza û dilêrin
Perwerdey tone bo waye şêrin
Darî azadî wa hatote ber
Rojî serkewtin xoy hawîşte der