Hassan Zirak

Le Pêyda

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Bexdad
Dialect: Sorani
335
Le pêyda wey le pêyda gyan delê bo dwayye nabê
Le pêyda wey le pêyda kîj delê bo dwayye nabê
Delê destiberdarim be lêm deden daye û babê

Erê bo lam were zor û kem
Ax dil buwe be ’embarî xem
Min perwane û eto şem
Bo tûranê xom dekirim ca hatuwe kirasî çem çem
Le kwêm dî hey le kwêm dî teyran bulbul le kwêm dî
Hestêkim dê le banî yar bû rabird şewê dî

Erê kulmet gulî sêlawê dinyam be bê to nawê
Mandû û mirdûm tûran gyan hatûm le lay xoşnawê
Şeytanê be ne’let ke xo le bawşim bawê
Beheştim hemû bidenê min be bê tûranim nawê
Le pêyda wey le pêyda hey delê bo dwayye nabê
Delê destiberdarim be lêm deden daye û babê

Erê wey rendî malim rendî
Ax kulimit gule peywendî
Daway maçêkim lê kird daymê be rend û mendî
Tûran daway maçim kird to leser we lêm dilmendî
Le pêyda wey le pêyda delê bo dwayye nabê
Delê destiberdarim be lêm deden daye û babê

Erê bazî yane şimqarî xasekewî yan barî
Ba leser to bimkujin wek kabray lew bazarî
Tûran destim desto ke her delêy bêçuwe tucarî
Le pêyda wey le pêyda hey delê bo dwayye nabê
Delê destiberdarim be lêm deden daye û babê

Erê ’entîke û zêdelawe çonî lê bikem silawe
Xizmîne memken lome tûran le min torawe
Cergim hemûy let lete turê dilekem sûtawe
Le pêyda wey le pêyda delê bo dwayye nabê
Delê destiberdarim be lêm deden daye û babim
Le dûrî balay tûran be dil û ciger kebabim

Erê key danîşîn dûbedû keleget û xal le rû
Memkit xire wek hulû dûrî awrim tê berbû
Tûran namey binêre male babit xirap bû
Le pêyda wey le pêyda wey delê bo dwayye nabê
Delê destiberdarim be lêm deden daye û babê

Erê sîngit karxaney myandu’aw
Bot mirdim tûran belek çaw
Cejnî qurban hate pêş malî babit bû şêwaw
Delêm destim desto ke qed barîk û zulf xaw
Le pêyda wey le pêyda wey delê bo dwayye nabê
Delê destiberdarim be lêm deden daye û babê