Kijan Ibrahim

Darberû

By: Kijan Ibrahim
Dialect: Sorani
3
Dinya le cûle nakewê
Bîr nasrewê
Belam mêjû hawar ekat
Lew katewey darî berû
Binî roçû
Heta îsta hawar ekat
Pêman elê
Her behêze lawaz exwat
Jîn wa erwat
Belam metirsin meşlejên
Herçende kem
Çawim eybînê
Tirûskeyek bedî ekem
Le konewe heta îsta
Nawî awatî lê enên
Bedîy ekem
Darî berû binî roçû
Qedî rizî liqî fewta
Leşî sûta dûkel le naw sikî hesta
Melên seyre belam hêşta berû mawe
Melên seyre gyanî berû nefewtawe
Regî qûlî binc û bêxî berû mawe
Hîwa mawe
Honrawe: şêrko bêkes