Pêy bilên tuxwa kesê rojê hezar car
Nawî toy leser lêwe be giryan û zar
Pêy bilên aşqêkim şêt û sergerdan
Çawerême roj û şew le kûçe û kolan
Pêy bilên beserhatim kira be çîrok
Hemû xelk dezanin minim malwêran
Pêy bilîn pêy bilîn
Hemû ’alem pêy bilên
Hemû dunya pêy bilên
Pêy bilên le her kûçe û dîwar û derwazey şar
Nawî ewe ke nûsrawe be xwênî minî hejar
Pêy bilên le her layêk hewrê dekate baran
Ewe minim debarênim firmêskî azar û jan
Pêy bilên dildarêkim le şew tenya emênim
Be yadî ew hezar şî’rî aşqane dexwênim
Pêy bilên rojê dadê demirim ser denêmewe
Be yadî ew be henasey germî ew dejyêmewe
Pêy bilîn pêy bilîn
Hemû ’alem pêy bilên
Hemû dunya pêy bilên
Pêy bilên ke le min aşqitir kêye
Wekû min dêwane û şeydatir kêye
Eger ew wilatî penay aşqane
Kê wek min kurdêkî bê mal û cêye
Pêy bilîn pêy bilîn
Hemû ’alem pêy bilên
Hemû dunya pêy bilên