Herçend ekem ew xeyaley pêy mestim
Bom naxrête naw çwarçêwey helbestim
Lêkdanewey derûn qisey zimanim
Boçî weha dûrin leyek nazanim
Emwîst derûn bikirayewe wek tomar
Derkewtaye dinyay cwantir le behar
Derkewtaye awat hîwa xewbînîn
Pirşingidartir le estêrey qubey şîn
Derkewtaye manay mengî deryayî
Ke nermeba le rûy eya be espayî
Derkewtaye ew dinyaye ke şî’rî
Bê firmêske û zortir le firmêsk egrî
Zerdexeney bê awêney dem û çaw
Tîjgêk eda rûnaktire le hetaw
Le nawewe ecrîwênin exwênin
Hergîz qelem be kaxeza nahênin!