Ser lê şêwaw û sergerdane xom
Be koçî behar malwêrane xom
Kolan û şeqam kip û matemîn
Deng nadatewe çirîke û pêkenîn
Pêm waye şadî le şar torawe
Kewa cwanî û şewqî nemawe
Dilim tenge lem jîne
Lem jîne pir esrîne
Eme key jîne
Dil bê dildade korpe bê daye
Mal be tamezroy hey laye laye
Hewa jehrawî henase swar
Nefes dernayê le naxî hejar
Dilim tenge lem jîne
Lem jîne pir esrîne
Eme key jîne
Diltengî dûrî dilbestey azar
Le çawanim xem tik tik dête xwar
Taqetim taqe xem hawrazme
Meynet awêtey sozî sazme
Dilim tenge lem jîne
Lem jîne pir esrîne
Eme key jîne