Kawa Fathi

Masî Xanim

By: Kawa Fathi
Dialect: Sorani
73
Masî xanim naw derya
Çarşêwyan da be serya
Demyan qufil û zincîr kird
Awatyan kuşt le çawya
Masî xanim
Masî xanim

Her be zor dayanpoşand
Semay şepolyan xinkand
Wityan heramin bo yek
Qij û xeyal û baran
Wityan xewîş newênî
Maç le şeytan nesênî
Tenanet bonî derya
Bo ser guldan nehênî

Deryayan lê dapoşî
Xemyan be serya paşî
Wityan lem hemû renge
Azadî reş bipoşî!
Masî xanim
Masî xanim

Masî xanim xemgîn bû
Kirasî le xwên rengîn bû
Xwey sûtan û xwey xinkand
Axir bo ew sengîn bû
Namûs û reg û xeyret
Şeref û şan û şewket
Hemûy legel todaye
Masî xanmî nigbet
Belam masî gwêy neda
Tozî qaçî lê helda
Le lêwar derya westa
Şepolê bêt û lêda
Masî xanim
Masî xanim
Honrawe: hemîd şerîfî